• DOLAR 34.113
  • EURO 38.13
  • ALTIN 2862.917
  • ...
Sîyonîstên îşxalker li dijî Libnanê êrîşeke asîmanî da destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat îfadekirin ku artêşa terorîstan li Libnanê ji 50 cîhan zêdetir nuqteyan hedef girt.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de gelek cîh hatin hedefgirtin û ji ber êrîşan li başûrê Libnanê di gelek herêman de dûman hatine dîtin.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa sîyonîstan ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku ew 30 platformên fuzeyan, 150 rampeyên fuzeyên Hîzbullahê, binesazîya Hîzbullahê û li başûrê Libnanê jî depoyên çekan hedef girtine, hat îddîakirin ku yekîneyên topvanê jî li dijî herêma Nakurayê êrîş li dar xistîye.

Xeyn ji van agahîyan Navenda Operasyona Acîlî ya Tenduristîya Xelkê ku girêdayê Wezareta Tenduristî ya Libnanê ye daxuyand, di êrîşa ku rejîma îşxalker li El Hanîyyeyê li dar xist de 3 jê Filistînî, 1 jê Libnanî tev de 4 kes birîndar bûn, mirovên birîndar jî ji bo tedawîyê ji nexweşxaneyan re hatine rakirin.

Hatibû diyarkirin ku di operayona Hîzbullahê de 2 leşkerên sîyonîst miribûn. Di daxuyanîya ku ji teref artêşa îşxalkeran ve hatibû belavkirin de jî hat îfadekirin ku di operasyona Hîzbullahê ku li bakur li dar xistibû de 2 leşkerên wan mirine.

Çapemenîya îşxalê diyar kir ku leşkerekî sîyonîstan bi fuzeya dijî tankê, leşkerekî dinê de jî di operasyona bi ÎHAyê de mirine, xeyn ji vana yek jê giran 9 leşker jî birîndar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir