• DOLAR 34.115
  • EURO 38.135
  • ALTIN 2865.259
  • ...
Tehqîqeta teqîna febrîqeya Meqerneyê: Midûr hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Hendeka Seqeryayê febrîqeya meqerneyê teqîyabû, di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest dabû, 30 kes jî birîndar bûbûn û derheqê teqînê de tehqîqat hatibû destpêkirin.

Di çarçoveya tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarî ya Hendekê hatibû destpêkirin de 6 kes hatibûn binçavkirin, muameleyê wan 6 kesan a li dozgerîyê dawî bû.

Şikdaran, piştî pirsyarên li dozgerîyê ji hakimtîya cezaya sil a nobedar re hatin sewqkirin.

Midûrê febrîqeyê V.U. ku ji teref mehkemeyê ve îfadeya wî hat standin hat girtin, xwedîyê febrîqeyê, pisporeke ewlehîya kar, mesulê aşê û pisporekî temîrkirina ceryanê jî bi şerta kontrola edlî hatin serbestberdan.

Di 15ê Îlonê de li navçeya Hendeka Seqeryayê di febrîqeyekî de teqîn pêk hatibû û dûre şewat çêbibû, di şewatê de karkerek canê xwe ji dest dabû, 3 jê endamên îtfaîyeyê 30 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir