• DOLAR 33.997
  • EURO 38.077
  • ALTIN 2827.656
  • ...
Li Libnanê hejmarê şehîdan derker 32 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fîras El Abyad diyar kir ku li gorî daneyên wezaretê di du rojên dawîn de hejmara şehîdan derket 32yan û hejmara birîndaran jî bi hezaran e.

Siyonîstên îşxalker roja sêşemê di encama êrişa sîberî de pêşî cîhazên ragihandinê ku Hizbullah û komên din ên berxwedanê li Libnanê bikar tînin teqandin û piştre jî bi êrişeke bi vî rengî roja çarşemê ji dûr ve bêtêlan teqandin.

Hat diyarkirin ku heta niha 32 kes şehîd bûne, hejmara birîndaran jî 3 hezarî derbas bûye.

Tê texmînkirin ku berî ku bigihêje Libnanê ji aliyê îstixbarata siyonîst a îşxalker ve di nav alavên navborî de teqemenî hatine bi cih kirin û bataryayên amûran ji dûr ve hatine zêde germkirin û teqemenî hatine aktîfkirin.

Hîzbullah destnîşan kir ku îşxalkeran bi tevahî ji êrîşan berpirsyar e û diyar kir ku ew ê bersiva êrîşan bidin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir