• DOLAR 34.001
  • EURO 38.061
  • ALTIN 2828.001
  • ...
Li Efxenistanê qezaya trafîkê: 9 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê hikumeta wîlayetê Yusuf Sayedî, diyar kir di qezaya ku li wîlayeta Heratê pêk hat de ji heman malbatê 9 kesan canê xwe ji dest dane.

Sayedî, destnîşan kir ku wesayîta malbatê dema ku di rê de diçû bi otobûsekî ku ji alîyê dinê ve dihat ve qelibî.

Sayedî, îfade kir ku qeza ji ber ku wesayît bi lez çûye û li gorî quralên trafîkê hereket nekirîye pêk hatîye.

Li gorî Wezareta Karên Hindir, li Efxenistanê di nav 12 mehan de 4 hezar û 200 qeza pêk hatine û herî kêm 2 hezar mirov canê xwe ji dest dan, nêzê 6 hezar mirov jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir