• DOLAR 34
  • EURO 38.077
  • ALTIN 2828.259
  • ...
Hîzbullah, leşkergeha rejîma sîyonîst hedef girt: Mirî û birîndar hene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref çapemenîya leşkerî ya Hîzbullahê ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku  ev operasyon parçeyekî ku, ji “Xelkê Fîlîstîna bi qerar” û “berxwedêrên wî yên rûmet û egîd” re destekê dane ye.

Çapemenîya mehellî, diyar kir ku li Tel Haîyê li dijî wesayîtekî leşkerî bi fuzeya dijî tankê operasyonek hatîye lidarxistin û di encamê de ji leşkerên terorîstan mirî û birîndar pêk hatine.

Hat diyarkirin ku artêşa îşxalê ji bona ku dema helîkopter birîndaran sewq bike ji alîyê Libnanê ve neyê dîtin bombeyên fosforê avêtîye.

Çapemenîya îşxalê qebûl kir ku leşkerek mirîye û 5 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir