• DOLAR 34
  • EURO 38.069
  • ALTIN 2830.178
  • ...
Êlihî ji bo Xezzeyê dua kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sazîyên Civaka Sîvîl ên Îslamî yên Êlihê ji bona ku qetlîam û qirkirina li Xezzeyê jibîrnekin û nedin jibîrkirin bi şîara “Li Xezzeyê qetlîam heye” bernameyek tertîp kirin.

Ji bernameyê re; Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, serokên partîyên sîyasî, temsîlkarên STK, alim û gelek welatî beşdarî bûn.

Bernameya ku bi silogana “Ji vê zilmê re bêdeng nemîne şalika xwe bigre û were” li Parqa Pîrek a 8ê Adarê hat tertîpkirin bi nimêja eşayê dest pê kir.

Piştî nimêjê Qurana pîroz hat xwendin û Abdurrahîm Demîrel bi navê STKyan daxuyanîyan da û îfade kir ku li Xezzeyê ev bû 12 meh e zilm berdewam dike.

“Divê hikumetan dest bi hereketê bikin”

Demîrtaş îfade kir ku ew ji roja ewil a zilmê ji bona ku li Xezzeyê qetlîam bêne sekinandin micadeleyê dikin dûre weha got, “Em di vê çarçoveyê de bi silogana ‘Şalika xwe bigre û were’ bernameyeke nimêj û duayê tertîp kir. Em wek sazîyên civaka sîvîl wisa difikirin ku li gorî qeweta xwe bi qismî wezîfeyên xwe bicîhtînin. Em bi qîrkirina vê zilmê, qalkirina ji însanan re û herî kêm bi nedana jibîrkirinê wisa difikirin ku wezîfeyên xwe bicîhtînin. Lê yê ku herî muhîm em bikartînin ev e ku em hikumet û welatên Îslamî didin dest bi hereket kirinê.”

Demîrtaş îfade kir ku wezîfeya herî mezin li ser milê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dikeve, “Di serî de em bang li hikumeta xwe û Birêz Serokkomarê xwe dikin, temamî lazimatîyên îsraîlê têne temînkirin, piranîya hesin, pol, xwarin, derman û meddeyên kîmyewî ji Tirkîyeyê diçin, em nikarin qedehekî avê jî bikin nav Xezzeyê, ev zilma herî mezin e. Ev jî me Misilmanan gelek birîndar dike. Di vî warî de hêvîya me ya ji hikumetê re ne tenê xeberdana wan e, bila bi şermezarkirinê tenê nemînin û ev kar bi vê şeklê nayê çareserkirin. Em dixwazin ku bila vê zilmê bidin sekinandin û gavên ku mirov bi çavan dibîne bavêjin.”

“Divê dev ji destekdayîna meddî û menewî ya ji Xezzeyê re neyê berdan”

Demîrtaş di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku divê Xezze neyê jibîrkirin:

“Ji bona kêfxweşîya dilê Misilmanan be jî bi lez û bez têkilîyên, bazirganî, dîplomatîkî bêne qutkirin û petrola ku ji îsralê re têna şandin bêne jêbirîn. Daxwazîya me ya ji însan û Misilmanan re jî ev e ku bila ber bi bayên rojevên çêkirî nekevin. Rojeva me ya eslî Xezzeyê ye. Ji ber vê yekê jî divê ji cîhada li Fîlîstînê heye re hem meddî hem jî menewî destek bê dayîn.” (ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir