• DOLAR 34.072
  • EURO 38.106
  • ALTIN 2834.076
  • ...
KENY, bi rojeva Libnanê bi acîlî dicive
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di nav du rojê dawîn de li Libnanê bêtêl û cîhazên ragihandinê teqîyan û di encamê de bi dehan mirov canê xwe ji dest dan û bi hezaran mirov jî birîndar bûn, piştî van bûyeran Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî biryara civînê girt.

Sefîrê NY ya Slovenyayê Samuel Zbogar ku serokatîya konseya 15 endamî ya ji bo meha Îlonê dimeşîne, diyar kir ku Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî li ser meselaya teqînên ku li Libnanê Hîzbullahê hedef digrin ew ê roja Înê bicive.

Rûniştina acîl a KENY roja Înê piştî nîvroyê wê li gorî seata Tirkîyeyê di seat 15.00an de  bê tertîpkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir