• DOLAR 34.077
  • EURO 38.133
  • ALTIN 2833.325
  • ...
Li Rihayê bi xebatên HUDA PARê malbatên neyar li hev hatin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya aştîyê, bi beşdarbûna Serokê Navçeyê Curnê Reş ê HUDA PARê Osman Goçmen û bireveberîya navçeyê hat tertîpkirin. Di bernameyê de bal hat kişandin ku lihevhatina malbatan ji bo hizûra civakê gaveke muhîm e.

Malbatên neyar, ji bona ku dijmintîya nav xwe dawî bikin di navbera xwe de aştîyê îlan kirin. Rayedarên HUDA PARê, destnîşan kirin ku ew ê ji bona ku aştî û biratîya nav civakê tesîs bikin wê xebatên xwe yên ewakî bidomînin.

Di dawîya bernameyê de ferdên herdu malbatê jî ji hev helalîyê xwestin û di navbera xwe de aştîyê îlan kirin. Îlankirina aştîyê di navbera xelkê Curnê Reş de bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir