• DOLAR 34.12
  • EURO 38.129
  • ALTIN 2876.069
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Ez Menderes û hevalên wî bi rehmet yad dikim; zêhnîyeta derbekar lenet dikim
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu li ser hîsaba xwe ya Xê peyamek parve kir û bibîr xist ku 17ê Îlonê, 63emîn salvegera bûyereke ku di dîroka Tirkîyeyê de wek lekeyeke reş hatîye nivîsandin e.

Yapicioglu îfade kir ku Serokwezîr Adnan Menderes, piştî rojekî Wezîrê Karên Derve Fatîh Ruştu Zorlu û Wezîrê Darazê Hesen Polakan, di 17ê Îlona 1961an de hatibû îdamkirin, weha got:

“Endamên pişt zêhnîyeta Derbeya 27ê Gulana 1960an, 27ê Gulanê wek şoreşek dibînin. Makeqanûna 1982yan a ku hilberîna 12ê Îlonê ye û xwedîyên vê zêhnîyetê jî wek “derbe” dibînin di demên dawîn de bi dil û can tê parastin, ev jî ji ber serdestbûna genên wan ê derbekar e.

Ez Serokwezîr Adnan Menderes û hevalên wî yên ku bi zilm hatine qetilkirin, di salvegera 63emîn a îdamkirina wan de cardin bi rehmet yad dikim; derbekarên zalim, alîgirên wan û zêhnîyeta derbekar bi şîdet telîn dikim.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir