Li Semsûrê di mezinahîya 4an de erdhejek pêk hat
Li navçeya Komîşîra Semsûrê di mezinahîya 4an de erdhejek pêk hat.
Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê (AFAD) diyar kir ku li navçeya Komîşîra Semsûrê di mezinahîya 4an de erdhejek hat qeydkirin.
Hat îfadekirin ku erdhej di seat 03.22yan de 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat.
Piştî erdhejê tişteke xerab pêk nehat. (ÎLKHA)