• DOLAR 34.09
  • EURO 38.108
  • ALTIN 2834.49
  • ...
Hîzbullahê daxuyand 10 endamên wî şehîd bûne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hîzbullah li ser hîsaba xwe ya Telegramê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîyê de nav û rojbûna şehîdan diyar kir.

Li gorî daxuyanîyê yên ku şehîd bûne ev in: Necib Abdulhuseyn Aladdin "Alî Mezlûm" (1991), Hasan Muhammed Yasîn "Yamîn" (1986), Huseyîn Ahmed Menteş "Salah" (1994), Muhammed Zekerîya Abbas "Haydara" (1986), Abbas Bîlal Munîm "Mîrza Mehdî" (1996), Muhammed Mehdî Alî Ammar "Zûlfîkar" (1985), Huseyin Alî Aladdîn "Zekerîya" (1989), Huseyîn Eyyub Fakîh "Bakir" (1988), Abbas Fadl Yasîn "Ebulfadl" (1993) û Mehdî Abbas Semhat "Cewad Matuk" (1995).

Doh li Libnanê gelek cîhaz hatibûn teqandin û di encamê de gelek mirov birîndar bûbûn, hatibû îfadekirin ku sebeba van teqînan Mossad e.

Hîzbullahê diyar kir ku bi tevî endamên wî gelek sîvîl jî hatin hedefgirtin di encamê de birîndar bûne, ew ê ji vê êrîşê re bersivê bidin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir