• DOLAR 34
  • EURO 38.078
  • ALTIN 2827.841
  • ...
Li gorî Tip a Edlî Narîn hatîye fetisandin û bi wê şeklê hatîye kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derheqê kuştina Narîn Gûran de hêj li Sazîya Tip a Edlî ya Stenbolê lêkolîn berdewam dike, di encama lêkolînan de tespîtên ewil hatin eşkerekirin.

Li gorî rapora ewil Narîn Gûran hatîye fetisandin.

Piştî ku rapora Tip a Edlî bê temamkirin ew ê encam ji meqamên edlî re bêne şandin.

Narîn Gûran, li gundê Tewşantepeya navçeya Rezan a Dîyarbekirê di 21ê Tebaxê de winda bûbû û piştî 19 rojan li nav newalê bi mîrîkî hatibû dîtin.

Di encama tehqîqatê de Amojina Narînê Hedîye Gûran a pîreka Apê Narînê Fuat Gûran di 13ê Îlonê de hatibû binçavkirin, doh jî derket mehkemeyê û bi sûca “Beşdarbûna Ji Kuştina bi Qestî Re” hatibû girtin. Bi tevî Hedîye Gûran hejmarê girtîyan derket 12 kesan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir