• DOLAR 34
  • EURO 38.078
  • ALTIN 2827.841
  • ...
Li Artvînê rêya 32 gundan hatin girtin: Maseya krîzê hat sazkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li bajêr, ji doh seatên nîvroyê vir ve baran bi dijwarîya xwe dibare ji ber vê yekê li Arhavîyê 18, li Borçkayê 8 û li Hopayê jî rêya 6 gundan hatin girtin.

Hat diyarkirin ku li Arhavîyê sîteya senayîyê û yûrdekî xwendekaran hatine tehlîyekirin.

Walîyê Artvînê Cengîz Ûnsal, ji ber lehîyê çû navçeyên Arhavî û Hopayê, li herêmê lêkolînan kir.

Walî Ûnsal weha got, “Li giştîyê bajarê me û li navçeya me ya Arhavîyê ji bona ku ji bûyerên acîl re midexeleyeke acîl û tesîrdar bêne kirin me tedbîran girtîye. Ji bo ewlehîya welatîyên me ekîbên me dixebitin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir