• DOLAR 34.001
  • EURO 38.061
  • ALTIN 2831.12
  • ...
Tevgera Ensarullahê, teklîfa naskirina hikumeta Sanayê ya Emrîka û Îngilistanê red kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Ensarullahê Muhammed El-Buhaytî, daxuyand ku ev tevger, li hember sekinandina operayonên li dijî sîyonîstan teklîfa naskirina hikumeta Sanayê ya ji teref Emrîka û Îngilistanê ve red dike.

Muhammed el-Buhaytî weha got, “Emrîka û Îngilistan, bi tevî navbeynkarîyan ji me re li hember sekinandina operasyonên me teklîf kirin ku ew ê hikumeta Sanayê nas bikin, encax me qebûl nekir.”

Tevgera Ensaullahê, di mehên dawîn de ji bo destekdayîna ji xelkê Xezzeyê, li Behra Sor, Okyanûsa Hîntê û Tengava Babûlmendepê keştîyên ku diçin axên îşxalê an jî keştîyên ku malên wan bar dikin hedef girt.

Tevgera Ensarullahê diyar kir ku heta êrîşên li dijî Xezzeyê neyên sekinandin ew ê jî operasyonên xwe nedin sekinandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir