• DOLAR 34.055
  • EURO 37.974
  • ALTIN 2801.138
  • ...
Şêrê Çolê: Omer Muxtar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li dijî îşxalkerên Îtalyayê yên li Lîbyayê wekî "şêrê çolê" tê naskirin, 93 salan derbas bûn.

Omer Muxtarê ku li dijî desthilatdarîya kolonyalîst a Îtalyayê şer dikir, di 'emrê xwe yê 73 salî de hat girtin û hat îdamkirin.

Di sala 1922yan de li Îtalyayê faşîst hatin ser desthilatdarîyê û dest bi kolonîzekirina Lîbyayê kirin.

Di sala 1923yan de Omer Muxtar li bajarê Berkeyê tevgereke nû ya berxwedanê da destpêkirin û heta sala 1931an dewam kir.

Di 11ê Îlonê de ji aliyê Îtalîyan ve hate girtin. Di 15ê Îlona 1931an de di encama mehkemeya sexte de hate darizandin û cezayê îdamkirinê lê hate birîn.

Ew, li kampeke komkirinê bi aramîyek hêdî hêdî çû ser kursîya îdamê û li ber çavên bi hezaran Lîbyayîyan hate îdamkirin. Dema ku hat îdamkirin, ayetên dawî yên ku sûreya Fecirê dubare dikir: " Ey canê ku bi îmanek kamil û bi kirinên qenc re hatîye hizûrê! Çawa ku tu jê razî û ew jî ji te razî be, vegere bal Xwedayê xwe! Tevlî xizmetkarên min ên rast û dilpak bibe! Bikeve cenneta min! (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir