• DOLAR 34.034
  • EURO 38.017
  • ALTIN 2827.838
  • ...
Li navçeya Rezan zarok di bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” de hatin cem hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zarokên ku di meha havînê de perwerdehîya nimêjê girtin, li navçeya Rezan bi bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” perwerdehîya xwe dawî kirin.

Platform ji zarokên ku emrên wan biçûk in re dersên Qurana pîroz, edep, aqîde, sîyer û fiqhê da.

Zarokên ku perwerdehîya wan dawî bûn, li Camîya Dogu Yapiyê hatin cem hev, nimêja esrê kirin û bi tevî kaxizên ku li ser dihat nivîsandin, “Nimêj xwarina rih e, nimêj ronahîya çavê min e” heta Ceddeya Mamosteyan meşîyan û li vê derê beşdarî bernameyê bûn.

Zarokên ku hatin cîhê bernameyê, li cîhê ku ji wan re hatibû amadekirin rûniştin.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir û derheqê ehemmîyeta nimêjê de axavtinek hat kirin.

Di axavtinê de bal hat kişandin ku nimêj îbadeta herî ku Xwedê jê hez dike ye, ji ber vê yekê yên ku dixwazin xwe nêzê Xwedê bikin bila nimêj bikin.

Piştî axavtinê du rekaet nimêja şikrê hat kirin û dûre şiîr û îlahî hatin xwendin.

Di bernameyê de leyîstika Hecîwat-Karagozê û teqandina balonan jî hatin leyîstin. Herî dawîn dua hat kirin û bername dawî bû. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir