Îşxalkeran Nuseyrat û Refahê bombe kirin: 12 şehîd
Sîyonîstên îşxalker ji êvarê vir ve li Xezzeyê bomberdûmanan dike, di encamê de herî kêm 18 kes şehîd bûn, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Sîyonîstên îşxalker, di roja 346emîn de jî qirkirin û qetlîamên xwe didomîne.
Îşxalkerên sîyonîst li Kampa Nuseyratê mala malbata El Kassasê bombe kir, di encamê de di navbera wan de zarok û pîrek jî hene 10 kes şehîd bûn, ji 15 kesan zêdetir jî birîndar hene.
Di êrîşa li dijî cotgehê hat lidarxistin de jî 2 kes şehîd bûn.
Li başûrê Camîya El Şemaaya taxa Zeytûnê jî malekî hatibû bombekirin û di encamê de 2 jê zarok 1 jê pîrek tev de 6 kesan şehîd kiribûn, gelek kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)