• DOLAR 33.999
  • EURO 38.077
  • ALTIN 2829.958
  • ...
Hamdan: Qeweta HAMASê ji berdewamkirina berxwedanê re heye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Usame Hamdan ku yek ji serokên HAMASê ye, di daxuyanîya ku belav kir de, destnîşan kir ku HAMASê dikare berxwedanê bidomîne, êrîşên ku têne kirin jî qabilîyeta HAMASê zêde dike.

Hamdan, di daxuyanîya xwe de weha got, “Qabilîyetên îsraîlê jî sînordar e û çalakîyên berxwedanê yên li hember hebûna sîyonîstan ne fantazîyek e, îhtîmaleke ciddî û rast e. Qabilîyeta berdewamkirina berxwedanê bilind e, encax em nikarin bibêjin qabilîyeta îro li gorî roja ewil e çîmkî em salekîye herbê dikin. Di vê herbê de yê ku we cuda dike fedekarî ne. Di herbê de şehîd hebûn, di warê leşkerîyê de fedekarî hebûn, encax li hember vana jî tecrube û beşdarbûna neslên nû ya ji berxwedanê re heye.”

Hamdan, di berdewama daxuyanîya xwe de ji desteka Emrîqayê ya ku ji rejîma îşxalê re dide re bertekê nîşan da û got, “Bireveberîya Emrîqayê qasî ku hewceye ji rejîma îşxalker re zextê nake, bileqs dixebite ku revîna îsraîlê ya ji hemû teahûdan re wan heqdar derbixe.”

Hamdan, derheqê xebatên veqetandina Xezze û Şerîaya Rojavayê de jî weha got, “Roja piştî herbê roja Fîlîstînê ye. Em çûn Pekînê û me Fîlîstînê bi hev re mizakere kir. Em li ser damezrandina hikumeta li hev kirinê ya di îdarekirina karên Fîlîstînê a li Şerîaya Rojava û Xezzeyê de bi hev kir çîmkî teşebûsekî îsraîlê jî heye ku Xezzeyê û Şerîaya Rojavayê ji hev biqetîne ku em vêya naxwazin û li ser vê veqetînê bi hev nakin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir