• DOLAR 34.093
  • EURO 37.983
  • ALTIN 2800.033
  • ...
Ebû Ubeyde: Operasyona Ensarullah wê bandoreke mezin li ser rê û encamên Tofana Eqsayê bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ebû Ubeyde di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser kanala Telegramê de pîrozbahiya operasyona berfireh a Ensarullahê ya îro danê sibê ya li dijî nuqteyeke leşkerî ya li nêzî Tel Avîvê kir.

Ebû Ubeyde helwêsta gelê ezîz yê Yemenê li kêleka birayên xwe yên li Filistînê û îradeya wan a ji bo fedakariyê ji bo vê yekê nirxand û got, “Girîngîya çeka ku di operasyonê de hatî bikar anîn, cûreya xala ku ew kiriye armanc û hûrguliyên din ên ku birayên me yên li Yemenê ji me re ragihandine, guhertinek wesfdar e ku wê bandorek girîng li ser rê û encamên Şerê Tofana Eqsayê bike.

Siyonîst ku hîna jî di nava heriyê Xezzeyê de asê maye û bi hevalbendên xwe re nekariye yek mûşekekê jî asteng bike an jî rawestîne, nikare şer li eniyên nû belav bike û li wir rastî bi hezaran mûşekan û gelek surprîzan were. Pêngavek wusa ehmeqî wê were wateyê ku Netanyahu hebûna xwe ya têkçûyî berbi karesatê ve bibe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir