• DOLAR 34.067
  • EURO 38.091
  • ALTIN 2833.908
  • ...
Yemenê ji 2 hezar kîlometre dûrîyê Tel Avîva îşxalkirî xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çapemeniya îşxalê jî îtiraf kir ku parastina hewayî nekarî mûşekê asteng bike û diyar kir ku mirî û birîndar hene.

Berdevkê artêşa îşxalker piştrast kir ku piştî ku sîren li Tel Avîvê û derdora wê hatin aktîvkirin, mûşekeke ji zemîn ber zemîn ku ji aliyê rojhilat ve sînor derbas dike hat dîtin.

Radyoya artêşa dagirker diyar kir ku mûşeka balîstîk 2 hezar kîlometre dûrî Yemenê çûye û dema pêwîstiya firînê ya mûşekeke balîstîk ji bo vê mesafeyê bi qasî 15 deqîqe ye. Hate ragihandin ku çend mûşekên navborî hem sîstema Arrow û hem jî ya Qubbeya Hesinî hatine avêtin, lê teva jî bi ser neketin.

Herwiha hat gotin ku, “Hesabekî Yemeniyan bi me re heye û ev ne cara yekem e ku dikevin nav sîstemên parastina îsraîlê.

Kanala 13 ya medyaya îşxalê got, "Mûşeka Yemenê ne tenê derbasî pergalên parastinê yên îsraîlê bû, di heman demê de derbasî sîstem û pergalên herî baş ên hişyariya zû ya Emerîka û hevalbendên wê yên li welatên erebî û deryaya sor bi cih bûne kir. Em behsa firîna bêyî ku di qada hewayî ya Rojhilata Navîn de were dîtin 2000 km dikin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir