• DOLAR 34.046
  • EURO 38.154
  • ALTIN 2834.859
  • ...
Di çalakiya Mewluda Nebî de ji bo Narîna ku li Diyarbekirê hat qetilkirin Fatîha hat xwendin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êşa Narîn a 8 salî ya ku di 21ê Tebaxê de li Taxa Tavşantepe ya navçeya navendî Baglara Diyarbekirê hat windakirin û 19 roj şûnde cenazeyê wê li ber çem hat dîtin, cihê xwe di wijdanên birîndar de diparêze.

Di çalakiya Mevluda Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi minasebeta 1453yemîn salvegera Hezretî Muhammed Sallallahu Aleyhî Vesellem hat lidarxistin de dest ber bi ezmên ve hatin hildan û ji bo Narîn Gûran Fatîha hatin xwendin.

Bernameya ku bi tîlaweta Qur'ana Kerîm li qada Parka Sûmer a navçeya Yenîşehîra navenda Diyarbekirê dest pê kir bi mewlûdê hat xwendin û sitranên hunermendên dengbêj Ozlem Ajans dewam kir.

Piştî axaftina li ser wate û girîngiya rojê ji aliyê Molla Nazim Şîmşek ve dua hat kirin.

Di bernameyê de ji bo Narîn û hemû zarokên wekî wê yên ku li wan mezlûm û hatin qetilkirin dua hat kirin û Fatîhe hat xwendin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir