• DOLAR 34
  • EURO 38.069
  • ALTIN 2830.178
  • ...
Rejîma îşxal a siyonîst li Xezzeyê êrîşî sivîlan kir: 6 jê zarok 26 şehîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmûd Basalê Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Sivîl li Xezzeyê ragihand ku di êrişên hewayî û topan ên rejîma îşxalker a siyonîst li deverên curbicur ên Xezzeyê herî kêm 26 Filistînî şehîd ketin.

Li gor agahiya ku Basal daye, di encama erişa bi topan a li ser bajaroka Beyt Hanun a li bakure Xezzeye da 2 Filistini şehid ketin.

Li bajarê Xezzeyê di 3 êrîşên hewayî yên cuda de 21 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa li dijî Dibistana Şehîd Zeytûn a li Taxa Ez-Zeytûnê ya bajêr de 2 jê zarok 1 jê jin 5 Filistînî şehîd bûn.

Li Taxa El-Megazî ya navenda Xezzeyê di encama êrîşa rejima îşxalker a li ser malekê de herî kêm 2 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Li Xan Yunus a li başûr, di êrîşa li dijî konê ku koçber li herêma Attarê lê diman, Filistînîyek şehîd bû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir