• DOLAR 34.111
  • EURO 38.074
  • ALTIN 2807.24
  • ...
Karwana Hêvîyê li gelek welatan ew ê “Şîva Mewlûdê” bide
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê bi munasebeta roja Mewlûda Nebî bernameya cûda li dar xist.

Wê Weqfa Karwana Hêvîyê di serî de li Xezzeyê û li Şerîa Rojavayê, li Efxanistan, Pakistan, Bangladeş, Yemen, Sûrîye û Efrîqayê bernameyên cûrbecûr li dar bixe.

Karwana Hêvîyê ji ber munasebeta Mewlûda Nebî, wê li Efrîqa û Asyayê xwarinê belav bike.

Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran behsa bernameyên Mewlûda Nebî yên ku wê li dar bixin kir û weha got:

“Xezze vêga bi rastî jî di nava êş û janeka mezin de ye. Emê xwarina mewlûdê li Xezze û Şerîa Rojavayê bidin. Divê di van rojên bi zor û zehmet de em Pêxemberê xwe baş zanibin. Bi vê re emê li Efrîqayê jî bernameya Mewlûda Nebî li dar bixin. Emê xwarinê belav bikin û bernameyên cûrbecûr li dar bixin. Li Bangladeşê êtîmxane û medreseyên me hene. Divê em ji wan re jî alîkariyan bikin. Li Suriyeyê dîsa êş û jan heye, em ê li wir jî xwerinan belav bikin. Li Efxanistan, Pakistan û Yemenê jî em ê bernameyan li dar bixin û xwarinê belav bikin. Ji bo alîkariyan em bangî temamî xêrxwazan dikin û dibêjin ku werin em alîkariya van birayên xwe yên musluman bikin.”

Kurtaran di dawîya axavtina xwe de weha dewam kir: “Pêxemberê me ji bo aleman wek rehmet hatiye şandin. Emê jî di vê şeva pîroz  û mubarek de xêran bikin. Emê teşrîfa wî pîroz bikin. Emê bernameyên cûda li dar bixin. Xwedayê Teala xêra temamî xêrxwazan qebûl bike înşallah.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir