Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, diyar kir wezîfedarekî tenduristîyê di bin esaretê de hat qetilkirin
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, ragihand ku wezîfedarekî tenduristîyê ya ku dema di Nexweşxaneya Nasirê de bû hatibû êsîrgirtin hat şehîdkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin de, hat bibîrxistin ku di 2yê Îlonê de wezîfedarekî tenduristîyê ku navê wî Hamdan Ebû Annaba ye û di Nexweşxaneya Nasirê de dema ku wezîfeya xwe dikir hatibû êsîrgirtin.
Hat ragihandin ku Ebû Annaba di zindanên îşxalê de şehîd ket.
Wezareta Tenduristîyê, bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila aqubeta xebatkarên tenduristîyê ku ji nexweşxaneyan hatine revandin bêne diyarkirin. (ÎLKHA)