• DOLAR 34.032
  • EURO 38.124
  • ALTIN 2834.17
  • ...
Di tehqîqata Narînê de Apê Narîn Salîm Gûran ji nû ve îfade da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tehqîqata Serdozgerîya Komarê ya Dîyarbekirê der barê Narîn Gûran a 8 salî ya ku di 21ê Tebaxê de li Gundê Tawşantepe ya navçeya Rezan a navenda Dîyarbekirê hat windakirin û cenazeya wê di newalê de hat dîtin berdewam dike.

Di çarçoveya tehqîqatê de, ji nû ve îfadeya Apê Narînê Salîm Gûran ku di 2yê Îlonê de hatibû girtin ji teref 3 dozgeran ve hat girtin.

Gûran piştî ku îfadeya wî dawî bû dîsa ji girtîgehê re hat şandin. Gûran di dozgerîyê de dîsa îfadeya xwe ya berê ku ji cenderme û dozgerê re dabû dûbare kir, sûcên ku derheqê wî de ji wî re hatin gotin qebûl nekir.

Gûran îfade kir ku zarokên dinê jî siwarê wesayîte wî bûne, “Ji tenê DNAya Narîn ku di nav wesayîta min de derketîye re tiştekî ku ez bibêjim tineye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir