• DOLAR 34.09
  • EURO 38.111
  • ALTIN 2834.073
  • ...
Evîndarên Pêxember ji bo çalakîya Mewlîd-î Nebî banga dawetê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Evîndarên Pêxember a ku her sal bi beşdarîya bi milyonan çalakiyên Mewlîd-î Nebî li dar dixe, di şeva 12an a meha Rebîûlewwelê de wê di saet 20.30an de li qada Sûmerparkê ya navçeya Yenîşehîra navendî ya Dîyarbekirê bernameya mewlûdê li dar bixe.

Weqfa Evîndarên Pêxember bi armanca ku di vê şeva ku wek Şeva Mewlûdê tê fêmkirin de xelkê Diyarbekirê li hev bicivîne, bernameyek li dar dixe û di bernameyê de ew ê Qurana Pîroz bê xwendin, îlahîyatvan axavtinan bikin û hûnermend jî îlahî û qesîdeyan bixweyînin.

Endamê Lijneya Weqfa Evîndarên Pêxember Yakup Kaya derheqê bernameya Mewlûd-î Nebî ya ku dê bê tertîpkirin de axivî û hemû xelk Dîyarbekirê dawetî çalakiyê kir.

Kaya di axavtina xwe de weha got, “Bi îzna Xwedê em ê îsal wek Evîndarên Pêxember wîladeta Nebîyê Pîroz wê bernameyek tertîp bikin. Em plan dikin ku vê bernameyê li Dîyarbekirê di Parqa Sumerê de tertîp bikin. Ew ê di bernameyê de Quran bê xwendin, îlahîyatvan axavtinan bikin û hûnermend jî îlahî û qesîdeyan bixweyînin. Em wek civakî ji hemû deman zêdetir di vê demê de lazimatîya me ji Pêxemberê me re heye. Em bi civakî encax bi rêbertî û seroktîya Hezretî Muhammed dikarin ji vê bûhran û tarîtîyê xelas bibin. Divê em her yek malbata xwe bikin wek jîyana Pêxember û ji bo vêya jî xebatê bikin. Encax xelasîya bi tabiîbûna wî re mimkin e.”

Kaya ji bernameya Mewlîdî Nebî re dawetî kir û weha got, “Em îro di seat 20.30yan de li Parqa Sumerê bi îzna Xwedê bernameyek tertîp bikin. Em wek Weqfî hemû xelkê xwe yên Evîndarên Pêxember dawerî bernameyê dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir