Li Rihayê mînîbûs û teraktor li hev qelibîn: 12 birîndar
Li Rihayê mînîbûs û teraktor li hev qelibîn di encama qezayê de 12 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Riha-Bozovaya navçeya Pira Reş pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa ku di bin îdareya H.K. (22) de bû, li nêzê gundê Tûlmenê bi terektora ku di bin îdareya O.B. (68) de bû qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat hînbûn rewşa birîndarekî giran e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)