• DOLAR 34.55
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3006.52
  • ...
Yapicioglu: Li ser Narîn Gûran Îslam û dîndaran hedef digrin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyera Narîn Gûrana 8 salî ku li gundê Tawşantepeya navçeya Rezan a Dîyarbekirê piştî 19 rojan ceseda wê di nav newalê de hat dîtin, di rojeva Tirkîyeyê de cîheke fireh girt.

Li ser Apê Narîn ku hatibû girtin gelek tişt hatin gotin û li ser wan tiştan derew û îftîrayan li HUDA PARê hat kirin. Li ser hesabeke bi navê “xeber îsraîl” ku li derveyê welat weşanê dike weha hat gotin, ‘Apê qîzikê hem mixtar hem xoceya kursa quranê hem jî endamê HUDA PARê ye… Qedexeya weşanê jî ji ber vêya hatîye.’ Li ser vê xebera derew ji teref gelek sazî û mirovan ve li dijî HUDA PARê îftîra, derew û dezenformasyoneke mezin hat destpêkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji ÎLKHAyê re derheqê rojevê de axivî û derheqê êrîşên ku li ser meseleya bûyera Narîn Gûran li wan tê kirin, makeqanûna nû û tegmenên ku di mezûnîyetê de şûrê xwe kişandin û gotin ‘Em leşkerê Mistefa Kemal in’ de nirxandinên muhîm kir.

“Ji bona ku însanan ji Quranê û ji camîyê dûr bixin hemû wesîleyan bikartînin”

Yapicioglu derheqê êrîşên ku piştî bûyera Narîn Gûran li ser nirxên Îslamê û HUDA PARê hatine kirin de axivî û weha got, “Van kesan ji wan kesên ku ‘bizina mele bê dizîn, mele dizîye’ dibêjin in. Vana ji wan kesên ku derheqê Îslamê de çi hebe bila hebe, bi taybetî ji dînê Îslamê re çi hebe vekirî an jî bi dizî daîma dijmintîyê dikin in. Li gorî fikr û îdeolojîya wan dîn efyon e, yanê hişbir e. Ji bona ku îdeolojî û fikrên xwe belavê civakê bikin û wek zextê bidin ser civakê dîn û bi taybetî jî dînê Îslamê astengîya herî mezin dibînin li pêşîya xwe. Ji ber vê yekê ji bona ku ev astengî bê berterefkirin divê hîsên dînê bêne ziîfkirin, însanan ji dînê Îslamê, hînkirîyên wî, îtîqad, emel û îbadetên wî dûr bixin; ji bona ku însanan ji Quranê û camîyê dûr bixin hemû bûyer û wesîleyan ji bona xwe bikartînin. Bûyera herî dawîn jî bûyera qîza me ya Narîna 8 salî ye, ji ber ku bûyer piştî derketina qîzikê ya ji kursa Quranê çêbûye, qîyametek dan destpêkirin ku ev bûyer ji ber kursa Quranê pêk hatîye. Xwestin ku vê firsedê bikarbînin.”

“Propaganda bi westayî hat kirin lê di destê wan de ma”

Yapicioglu, “Heger ku hûn dîqet bikin hûnê bibînin ku piştî bûyerê li ser hîsaba medyayê dest bi dezenformasyon, propagandaya reş kirin û di wan dezenformasyon û propagandayên xwe de jî li ser van sê xisûsan sekinîn. Ku ev propagandayên hatine gotin jî li ser hîsabeke medyaya Xê ya bi navê ‘haber îsraîl’ hatîye balvkirin e. Ew li ser sê xisûsan hevkarîyê kirin. Ya yekemîn mixtar e; Yekê rast e mirovê ku hatibû binçavkirin û bi îddîaya ku eleqeya wî di bûyerê de heye mixtar bû lê bi tevî mixtartîya wî du tiştan jî gotin. Ew gotin ku ev mirov hem mixtar e hem xoceya kursa Quranê ye û hem jî endamê HUDA PARê ye. Mixtar di alîyekî de dewletê temsîl dike. Bi taybetî em dizanin ku komînîst û derdorên wan civakeke bêdewlet û bêmalbat armanc dikin û xeyaleke wan a ewakî heye. Mixtar temsîlkarê dewletê ye di nav gund de. Vê tiştê bi zanatî û bi taybetî dibêjin. Gotin hem mixtar e hem jî xoceya kursa Quranê ye. Yê ku bi gotina xoceya kursa Quranê dikirin hedef dîn bû. Quran kitêba pîroz a dîn e. Bi sifata sêyemîn jî îddîa kirin ku mixtar HUDA PARî ye ku ev îddîa bi temamî derew e. Yanê mixtar çi xoceya kursa Quranê ye û çi jî endamê HUDA PARê ye. Ew bi gotina mixtar ji HUDA PARê ye armanc dikirin ku dîndaran bikin hedef. Ev jî gelek bi şîûr, zanahî û hesabkirî hatîye kirin, dibe ku vê tiştê bi ewqas westatîyê kirin ku van hereketan nehatibe eqlê şeytan jî û yên ku bi wan dane kirinê jî feqet ev di destê wan de ma. Çîmkî ew hesab kirin ku ew ê hemû kes bawerîyê bikin. Di encamê de ev propaganda vegerîya û li wan ket. Me wê çaxê jî bi partîtî hişyarî dabû ku ew ê zû an jî dereng heqîqet derkeve holê.”

“Ew ji ber kîn û hêrsên wan ên li dijî Misilman û neyartîya wan a ji Îslamê re dereweke ewakî kirin”

Yapicioglu îfade kir ku wan kesan ji ber dijmintîya xwe yên li dijî Îslamê van derewan kirine, “Mirovekî di heman demê de nikare bibe mixtar û xoceya kursa Quranê û bi tevî vana ji xwe nikare bibe endamekî partîya sîyasî. Ji xwe mixtarekî nikare bibe endamê partîya sîyasîyekî. Dûre vêya vehugertin. Dema ku di destê wan de ma, îjarê gotin em ê dikaribin çawa bikin? Û paşê gotin mixtar ‘berê serokatîya navçe ya HUDA PARê kirîye’. Heger mirovekî bibe serokê bajar an jî navçe ya partîyekî divê ew hemû têkilî, nasname û edresa xwe ji meqamên îdarî re teslîm bike. Ê em lê dinêrin tiştekî ewakî jî tineye. Ev jî derket holê ku derew e. Bi kurtasî ew ji ber dijmintîya xwe ya ji Îslam û dîndaran re derewên ewakî kirin. Di daxuyanîyeke ku ji teref partîya me ve hatibû dayîn de gotineke ewakî hebû: Dema ku ev heqîqet derkeve holê ji ber ku rûyekî wan ê sor bibe tineye wan mirovên ku van derewan dikin ew ê rûyê wan nekeve nav şermê û sor nebe lê ew ê rûyê wan ripîreş bibe. Xwedê rûyê wan reş bike.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de îfade kir dibe ku van êrîşên ji HUDA PARê re têne kirin ji ber teklîfa Qanûna Welatîya Dualî ya ku ji Meclîsê re pêşkêş kiribû be, “Di vê meseleyê de delîlên bi qewet hene. Min gaveke dinê jî got. Wê sîteya înternetê ku navê wî ‘haber îsraîl’ e derewan kiribû ku mixtar endamê HUDA PARê ye, dema ku em li perveyên sîteyê dinêrin ji derveyê welat têne parvekirin û daîma ji bo xêra îsraîlê tiştan parve dike, hesabên ku bi aleyhtarîya îsralê weşanan parve dikin jî ji xwe re dikin hedef û ji bona ku dev ji wan weşanên xwe berbidin micadeleyê dike. Şopînerên wî jî gelek zêde ne. Niha ew di wê sîteyê de bi herfên mezin nivisandin ‘APÊ QÎZIKÊ HEM MIXTAR HEM XOCEYA KURSA QURANÊ HEM JÎ ENDAMÊ HUDA PARÊ YE… QEDEXEYA WEŞANÊ JÎ JI BER VÊ YE…’ û vêya parve kirin. Ev parvekirin jî bi heman şeklê ji teref gelek hesaban ve hat parvekirin. Hinek kesan jî ji vê gotinê re atif kirin û şîroveyan kirin. Yanê bi vêya xwestin ku ev tiştê bibêjin. Bi qedexekirina weşanê qaşo mehkeme vana diparêze, ew xwestin ku tiştekî ewakî bikin eqlê xelkê. Ev sîte jî ji bo mînak delîlekî ye.

Delîlekî dinê jî, wan kesên ku li dijî HUDA PARê û Îslamê tiştan parve dikin taybetîyeke wan ê duyemîn jî heye ku wek hev in. Nêzê salekî ye derheqê qirkirina ku li mesûmên Fîlîstînîyan tê kirin de tu parvekirineke wan tineye. Wana wan kesên ku qirkirin, qetlîam û sûcên sîyonîstan veşêr didin û wê wehşetê diparêzin in. Ev jî ji me re tiştekî nîşan dide. Vana berê jî ji teref sîyonîstan ve hatine şixulandin. Wan kesên ku ji teref qirkeran ve têne şixulandin wek leşkeran di warê êrîşkirina ji HUDA PARê re de li bêvîya emirê bûne. Dema ku ji li wê derê emrek hat, dema ku patronên wan wan kirin quncik ew jî ji biçûkan heta mezinan beşdarî koroyê bûn. Em wan bi îbredî temaşe dikin lê em tenê wan temaşe nakin hemû raya giştî wan temaşe dike. Dibe ku ev êrîş bi tevî navendên partîyan, bi berdevkên partîyan, baronên terorê ya li Qendîlê an jî xwedîyê wan ê li Tel Avîvê ve hatibe kirin. Ev nîşan dide ku van bûyeran bi hev re girêdayî ne.”

Tirsa îşxalkeran ji bo çi ye?

Yapicioglu, anî ziman ku Qanûna Welatiyên Dualî îşxalkeran aciz dike û weha got: "Nexwe çima vê qanûnê ew qas aciz kir, hêrs kir? Yan jî leşkerên wan li vir, koleyên wan ên li vir ewqas bazdan. Eger ev qanûn bê qebûlkirin Dê derî vebe, ji bîr nekin, piştî ku Komara Afrîqaya Başûr ji bo dadgehkirina wan li Dadgeha Cezayê ya Navnetewî tevbigerin, gelek welat xwestin ku li cem Fîlîstînê bin û li dijî îsraîlê beşdarî dadgehê bibin. Hejmarê mirovên ku dixwazin sîyonîst derheqê sûcên qirkirinê de bêne mehkemekirin zêde bû. Dîsa bidin bîra xwe berê jî bûyereke Mavî Marmarayê pêk hatibû. Derbarê Mavî Marmarayê de li Dadgeha Stenbolê û Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê der barê hinek rayedarên siyonîst ên ku bûne sedema wê komkujiyê de doz hat vekirin. Ew doz jî yekem bû. Dibe ku heta wê rojê feraseta 'Siyonîst çi bikin bila bikin kes nikare wan dadbar bike' hebû. Ji bo girtina doza Mavî Marmarayê hemû hewldan kirin û fikirîn ku hilweşandina vê ferasetê dê zirareke cidî bide îmaja wan. Ew niha her tiştî dikin da ku nehêlin ew ji ber sûcê qirkirinê li Dadgeha Dadwerî ya Navneteweyî werin darizandin, an jî pêşî li girtin û di dawiyê de, mehkûmkirinekê bigirin. Bi rastî jî di çapemeniyê de daxuyanî û beyanên ku li ser karmend, dadwer û dozgerên wê dadgehê rastî çi zextan hatine kirin. Van tiştan dikin. Ew kirina sûcan wek mafê xwe dibînin. Her wiha nêzîkatiyeke wan a ku ji bilî xwe mafê jiyanê nadin kesekî din heye. Tenê xwe mirov dihesibînin. Ew ji bilî xwe hemû mirovên din wek mexlûqek din, çîneke ciyawaz a mexlûqan, mexlûqên ku ji bo di bin emrê wan de bên bikaranîn hatine afirandin, dibînin. Ew ji gavên bi vî rengî ditirsin, yanî li welatekî din deriyê siyonîstên ku beşdarî qirkirina siyonîstan bûne vebin, wek mînak heke meclîs di vê mijarê de biryarek bide, bibe qanûn û heke ceribandinan dest pê dike, ev dê li welatên din belav bibe. Di rastiyê de hinek kesên biyanî, bi taybetî parêzer, ku di yek ji civînên navneteweyî yên ku em beşdar bûn de serdana me kirin, derbarê vê mijarê de ev daxwaz ji me kirin. Gotin, em dixwazin li welatê xwe jî lêkolîneke hiqûqê ya bi vî rengî bikin. Me pêşniyarek kir ku em di vê mijarê de alîkariya hev bikin. Hêvîdar im, ez bawer dikim ku ev ê di pêlan de belav bibe. Dê xeleka li dora hov, qatil û qirkirinên siyonîst gav bi gav teng bibe. Rojekê ew ê hesabê kiryarên xwe bipirse.”

Yapicioglu derheqê makeqanûnê de jî axivî û îfade kir ku divê makeqanûneke sîvîl û adil bê çêkirin. Divê em ji makeqanûna derbeyê xelas bibin. Di encamê de lazimatî ji makeqanûneke sîvîl re heye.

Yapicioglu derheqê tegmenên ku şûrên xwe rakirin û siloganan avêtin de jî îfade kir ku ger di leşkerîyê de hîyerarşî xera bibe ew ê di ortê de artêş nemîne. Wî îfade kir ku divê di leşkerîyê de tedbîrên ciddî bêne girtin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir