• DOLAR 34.075
  • EURO 38.075
  • ALTIN 2801.192
  • ...
Di cînayeta Narînê de dê û bira jî di nav de 8 kes hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tehqîqata Serdozgeriya Komarê ya Dîyarbekirê der barê Narîn Gûran a 8 salî ya ku di 21ê Tebaxê de li Gundê Tawşantepe ya navçeya Rezan a navenda Dîyarbekirê hat windakirin û cenazeya wê di newalê de hat dîtin berdewam dike.

Tehqîqata dozgeriyê ya şikdarên ku piştî karên binçavkirinê sewqî edliyeyê hatin kirin, bi şev temam bû.

10 kesên ku bavê Narîn jî di nav de ye, piştî îfadeya 12 saetan li dozgeriyê hatin serbestberdan.

12 şikdar bi daxwaza girtinê sewqî Edliyeya Cezayê ya Asliyeyê hatin kirin.

Heyeta dadgehê 8 şikdarên ku di nav wan de dê, bira û ap jî hene hatin girtin û 4 kes jî bi biryara kontrola edlî hatin serbestberdan.

Di çarçoveya tehqîqatê de Dayîk Yuksel Gûran û Bira Enes Gûran bi hinceta beşdarî kuştina bi qestî bûne hatin girtin.

Kurê Meta Narîn Muhammed Kaya û Bîrsen Gûran, amojina Narîn Maşallah Gûran, Mehmet Selîm Atasoyê karkerê Salîm Gûranê girtî, mêrê Meta Narîn Şevket Kaya jî ji ber sûcên, “alîkarîkirina sûcdar, tunekirina delîlên sûc" ji girtîgehê re hatin şandin.

R. A. yê ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin, bi hinceta ku emrê wî di bin 15 saliyê de ye hat berdan.

Li aliyê din rapora Saziya Tip a Edlî ya Dîyarbekirê ya têkildarî tehqîqatê jî hate ragihandin. Li gorî raporê, li ser Narînê DNA ti keseke din nehatiye dîtin.

Di çarçoveya tehqîqatê de 24 şikdar hatibûn binçavkirin.

Ap Salim Gûran ê ku cenazeya Narînê anîbû û Nevzat Bahtiyar ê ku cenazeyê bi 200 hezar lîreyî di ava çem de defin kiribû, berê hatibûn girtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir