• DOLAR 34.1
  • EURO 38.022
  • ALTIN 2802.841
  • ...
Ukrayna: Keştîya ku ji Misirê re zadê bar dikir ji teref Rûsyayê ve hat hedefgirtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Dewleta Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy, desntîşan kir ku keştîya ku ji bona biçe Misirê ji Ûkraynayê bi rê ketibû û di nav de zad hebû bi fuzeyên Rûs hat hedefgirtin, “Rûsyayê piştî ku ji avên bejayî yên Ukraynayê derket, li Behra Reş yekser êrîşî keştiyeke sivîl kir. Li gorî agahiyên destpêkê, ti ziyanên canî çênebûne. Ukrayna yek ji garantorên sereke yên ewlehiya xwarinê ya cîhanî ye. Radestkirina xwarinên Ukrayna ji welatên Efrîqa û Rojhilata Navîn re girîngiyek krîtîk e. Em ê ji bo parastina benderên xwe, Deryaya Reş û hinardekirina xurekan ber bi bazarên cîhanî ve her hewl bidin. Ev pêşaniya rastîn a Ukraynayê ye û divê bibe pêşengiya hemî welatan. Em li bendê ne ku cîhan bertek nîşan bide. Ewlehîya genim û xurek qet nebe hedefa fuzeyan.”

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andriy Sybiga jî îfade kir ku êrîş, “Êrîş êrîşeke kusteh ku li azadîya seyrûsefer û ewlehîya zadê ya kûrewî re hatîye kirin e.”

Ji teref Rûsyayê ve jî hêj ti daxuyanîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir