Li 81 bajaran operasyonên çekên qaçax: 2738 çek hatin bidestxistin
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, destnîşan kir ku li dijî qaçaxçîyên çekan bi navê Mercek-15an operasyon hat lidarxistin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de ragihand, li 81 bajaran “li dijî mirovên ku çekên bêrihset li ser xwe digerînin û qaçaxçîyên çekan” operasyon hatine lidarxistin.
Yerlîkaya îfade kir ku di encama operasyonan de: Hezar û 596 çekên bêrihset, 442 çekên ku hatine zivirandin, 45 tiving, 655 tivingên seydê tev de: 2 hezar û 738 çek hatine bidestxistin.
Hat destnîşankirin ku derheqê 2 hezar û 459 şikdaran de jî muamele hatîye kirin. (ÎLKHA)