• DOLAR 34.112
  • EURO 38.087
  • ALTIN 2816.6
  • ...
Ji HUDA PARê bi minasebeta salvegera Derbeya 12ê Îlonê peyama "Serpelan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PAR di peyamê de behsa makeqanûna derbeyê kir banga kir û got, “Divê hemû partîyên ku rêzê li îradeya gel digirin, ji bo çêkirina 'Destûra Makeqanûn a Nû' helwesteke avaker nîşan bidin.”

Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat dayîn de ev peyam hatin dayîn:

“12ê Îlona 1980î di dîroka Tirkiyeyê de yek ji rojên herî reş e. Bi darbeya bi pêşengiya Emerîkayê îradeya gel di bin palet û çîzmeyan de hat eciqandin.

Daxuyaniya ku ajanê Ajansa Îstixbarata Amerîkayê (CIA) Paul Henze di derbarê Derbeya 12ê Îlonê de dabû Jimmy Carterê Serokê Emerîkayê yê wê demê û gotibû, "Zarokên me bi ser ketin" bi awayekî zelal eşkere dike ku kê ev derbe plan kiriye.

Di vê derbeyê de ku hikumeta hilbijartî û parlemento hatin betalkirin, xebatên sendîka û komeleyan hatin rawestandin, partî hatin betalkirin, serokên partiyan di bin çavan de hatin girtin û li baregehên leşkerî hatin darizandin û li seranserê welêt rewşa leşkerî hat îlankirin, ji bo qaşo aştiyê ava bikin mirovên ji rast û çep hatin darvekirin. Bi gotinên Evren, “Bi rastî jî bi derbeyê pevçûn wekî devê kêrê hatibû birîn.”

Di pêvajoya nû ya 1 milyon û 683 hezar kes hatin deqsokirin, 650 hezar kes hatin binçavkirin, 230 hezar kes hatin darizandin, 52 hezar kes hatin girtin, ji bo 7 hezar kes cezayê îdamê hat xwestin, ji 517 kesan re cezaya îdamê hat dayîn û 50 kes hatin darvekirin, 171 kes di bin îşkenceyan de mirin, 14 hezar kes ji hemwelatîbûnê hatin derxistin de qonaxa dawîn çêkirina makeqanûneke nû bû.

Li gorî derbekar Kenan Evren, makeqanûna berê ji gel re fireh hatibû bû. Mixabin Destûra Bingehîn a 12ê Îlonê ku bi darbeyê teng kir û di 7ê Mijdara 1982an de bi darê zorê ji gel ve dabû qebûlkirin, tevî hemû tengbûna xwe ev 42 sal in di meriyetê de ye.

42 sal in sivîl nikarin makeqanûneke ku li gorî bedena gel, daxwaz û pêdiviyên wan bi cih bîne û bi baweriyên xwe re di nava aştiyê de be çêbikin.

Hinceta darbeya 12ê Îlonê ‘parastina baweriya Ataturk’ bû. Mîna serpelên ku van demên dawî şûr li dijî desthilatdariya sivîl û gel kişandin û peyamên 'parastina baweriya Ataturk' dan...

Dema ku darbekarên 12ê Îlonê di danezana xwe de li dijî kevneparêzan şer îlan kirin, Piştî dîmenên serpêlan şûr dikişandin, ji teref hezkiriyên derbeyê hedefkirina terîqetan, nîşan dide ku zîhniyeta faşîst a 12ê Îlonê dewam dike.

Di ser Darbeya 12 Îlonê re 44 sal derbas bûn. Gelên Tirkiyeyê makezaqanûneke adil a ku ji aliyê sivîlan ve, bi baweriya gel aştiyane û ruhê yekîtiyê yê Makeqanûna 1921an hildigire, heq dike.

Divê hemû partîyên ku rêzê li îradeya gel digirin, ji bo çêkirina 'Destûra Makeqanûn a Nû' helwesteke avaker nîşan bidin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir