• DOLAR 34.104
  • EURO 38.022
  • ALTIN 2815.046
  • ...
Yapicioglu: Divê Tirkîye ji ve şermê xelas bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapiciogluyê ku li ser hesaba xwe ya medyayê ya platforma Xê bi etîketa #12Eylul parve kirinek kir, dîqetê kişand ser maqeqanûneke nû.

Yapiciogluyê ku balê kişand ser çêkirina makeqanûneke nû ku heqî û edaletê dixe navendê, bi nirxên bawerîya gel re lihev dike û van îfadeyan bikar anî:

“Îro ji ser Derbeya Faşîst a 1980an a 12 Îlonê ku bi destê Emerîka hatibû kirin 44 sal derbas bû. Ji ber ku Tirkiye hê jî bi Makeqanûna sala 1982an ku berhema derbeyê ye tê birêvebirin, ji bo desthilatdariya siyasî şermeke mezin û ji bo pêşeroja welatê me jî windahiyeke mezin e. Divê Tirkîyeyê ji ve şermê xelas bibe. Ma dema hazirkirina makeqanûneke nû nehatiye ku ew makeqanûn; dest nedeynê îrade ya nesla bê, ne tenê ji hêla şiklê ve, bixwe û bi rihê xwe sivîl û azadîxwaz bê, ji her cûre wesayet û zordayîna îdeolojîyên yek tîp hatibe paqijkirin, heq û edaletê dixe navendê, bi nirxên bawerîya gel re lihev dike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir