• DOLAR 34.123
  • EURO 37.97
  • ALTIN 2817.07
  • ...
Li Myanmarê lehî rabû: 17 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rayedarekî Serokatiya Daîreya Xizmetên Îtfaîyeyê ya Mandalayê daxuyanîyek da û diyar kir ku di nava 2 rojan de li bajarê Yamethîn ê herêma Mandalayê di lehiyê de herî kêm 17 kes mirin.

Rayedar diyar kir ku ji ber barana zêde ya ji ber barana musonê ya bihêz û tesîra bagera Yagi li gelek herêmên Myanmarê lehî rabû.

Rayedar diyar kir ku navenda Myanmarê niha herêma herî zêde di bin tesîra lehiyê da ye û weha got: "Ev herêm ji ber lehiyê tesîrdar bûye û gelek robar û çem ji çiyayan diherikin."

Rayedar diyar kir ku tê pêşbînîkirin ku baran heta 13ê Îlonê gurtir bibe û paşê hêdî hêdî baran kêm bibe.

Li gor agahiyen ku saziyen eleqedar yen mehellî yen xilaskirine ji ber lehiye 3 kes li bajaroka Tachileik ya wîlayeta Şan û 4 kes li Tatkona bajaroka Nay Pyi Taw mirin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya fermî, lehî tesîrî li hinek beşên trenê û îstasyonên trenê kir. Di encamê de, seferên trênê yên li ser rêyên Yangon-Mandalay û Thar Si-Shwe Naung ji ber lehî rabûn, demkî hatin rawestandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir