• DOLAR 34.109
  • EURO 37.938
  • ALTIN 2815.88
  • ...
Weqfa Êtîman li Tanzanyayê bi navê Şehîd Îsmaîl Henîyye bîra avê vekir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Êtîman, bi tevî destekê xêrxwazan bi navê “Îsmaîl Henîyye” ku ji teref şebekeya terorê ya rejîma îşxalker ve hatibû şehîdkirin projeya bîra avê dabû destpêkirin û wê bîra avê vekir.

Temsîlkarê Tanzanyayê yê Weqfa Êtîman Abdulvahap Kaplan derheqê meseleyê de daxuyanîyek parve kir û weha got:

“Em bû çend roj e diyar dikin ku wê di çarçoveya xebatên Weqfa Êtîman de li bajara Bagaraya ku 30 kîlometre durê Darûsselama Tanzanyayê, bi îzna Xwedê bi navê şehîd Îsmaîl Henîyye bîreke avê vebikin. Û bi îzna Xwedê em hatin dawîyê. Bi îzna Xwedê bîra me heta du sê rojan temam e. Em ê vekirina wê bikin. Xwedayê min ji xêrxwazan razî be. Bi taybetî ev der herêmekî mexdûr e, li vê derê ewê bi sedan malbat ji vê avê  feydeyê bibînin. Bila Rebbê alemê her daîm ji me re û ji xêrxwazên me re bibe alîkar. Daîma wan û zarokên wan mihafeze bike. Bila Rebbê min bereketa xwe bike nav mal û milkê wan.”

Kaplan ku Temsîlkarê Tanzanya yê Weqfa Êtîman e îfade kir ku dema xebata bîra avê biqede ew ê vekirina wî jî bikin:

“Îsmaîl Henîyye serokekî mutaqî, alim û bicesaret e. Em ê vekirina bîra avê ya bi navê Îsmaîl Henîyye ku hatibû şehîdkirin vebikin. Piştî micadeleya ku bi salan e dida serê ewil nevîyên xwe wek şehîdî ji Rebbê xwe re şand û dûre jî canê xwe di vê oxirê de kir şehîd. Xwedê şehadeta wî qebûl bike. Bi îzna Xwedê em ê li vê derê bi tevî malbatan duayê bikin û kanîya xwe vebikin.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir