• DOLAR 34.12
  • EURO 37.971
  • ALTIN 2814.52
  • ...
Rejîma sîyonîst, li Şerîaya Rojavayê êrîşî nexweşxaneyekî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, hêzên rejîma terorê ya ku di nav wesayîtekî sîvîl de bûn, li bajaroka Balhula bakurê bajara El Xelîlê êrîşî Nexweşxaneya Mahmud Abbas kir.

Terorîstên îşxalker, di nexweşxaneyê de Fîlîstînîyekî ku navê wî û rewşa wî nedihat zanîn desteser kir û ji herêmê derxist.

Xeyn ji vê agahîyê li gorî xebera ku di WAFAyê de derbas dibe, unsurên rejîma îşxalker ku êrîşî bajaroka Husana Beytullahîmê kirin, Îbrahîm Hamamîraya 17 salî desteser kirin.

Hat destnîşankirin ciwanê ku dema ji karê xwe vedigere hatîye desteserkirin ji teref terorîstan ve hatîye derbkirin, di canê wî de cixare hatîye tefandin û ji ber îşkenceyê di canê wî de şewat û birîn çêbûne.

Ciwanê Fîlîstînî yê ku hatîye serbestberdan ji Nexweşxaneya Beyt Calayê re hat rakirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir