• DOLAR 34.104
  • EURO 38.069
  • ALTIN 2835.876
  • ...
Li 50 bajaran operasyona tiryakê hat lidarxistin: 316 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alî Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve ki û weha got, “Li 50 bajaran li dijî Tacîrên Jehrê û Rêxistinên Sûc operasyonên ‘Narkoçelîk-38’ hat lidarxistin di van operasyonan de; 580 kîlo tiryak, 121 hezar û 970 heb hebên tiryakê hatin bidestxistin. Di encamê de 316 mirovên ku van tiryakan difiroştin jî hatin qefaltin.”

Wezîr Yerlîkaya îfade kir ku di koordînasyona Serokatîya Micadeleya bi Sûcên Narkotîk a Midurtîya Giştî ya Ewlehîyê de; bi beşdarbûna 790 ekîp, 1.919 personel, 14 wesayîtên hewayê û 17 kuçikan li bajarên Enqere, Entab, Qonye, Uşak, Îzmîr, Dîyarbekir, Entalya, Edene, Meletî, Amasya, Riha, Stenbol, Semsûn, Bûrsa, Mêrsîn, Tekîrdax, Çeneqele, Zongildax, Kûtehya, Kinikan, Ordû, Seqerya, Gîresûn, Mêrdîn, Kîlîs, Balikesîr, Trabzon, Efyon, Çorim, Wan, Denîzlî, Mereş, Qeyserî, Manîsa, Bolû, Isparta, Şirnex, Qocaelî, Bartin, Karabûk, Karaman, Qastamonû, Mûş, Nixde, Sêrt, Sêwas, Tokat, Yozgat, Êlih û Duzceyê operasyonên ‘Narkoçelîk-38’ hat lidarxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir