• DOLAR 34.067
  • EURO 38.091
  • ALTIN 2833.908
  • ...
Welatî dest bi standina êzingan kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Welatî ji bo zivistanê dest bi hazirîyê kirin, ji bo hazirîyê welatî çûn cîhê êzîng û komiran dest bi bazarîyê kirin. Êzingvanên ku ji firotinan memnûn in îfade kirin ku ji ber zêdebûna şixulandina erdgazê karên wan ne weka berê ye.

Êzingvanan hişyarî dan ku ji ber hatina zivistanê dibe ku fîyet zêdebibin û êzingên ziwa nemînin.

“Welatî lazimatîya xwe ya êzingan ji niha ve distîne ku di zivistanê de zehmetîyê nakşîne”

Hasan Taş îfade kir ku ew ji ber ku sezona êzingan dest pê kirîye hema hema 24 seat dixebitin, “Digel ku karê me ji ber erdgazê bi xerabî tesîrdar bûye jî karê me hindik be jî berdewam dike. Hêj du meh sê meh maye ku em bikevin zivistanê lê xelkê me ji niha ve êzingên xwe distînin ku di zivistanê de zehmetîyê nekşînin. Em jî ji niha ve ji firin, loqante û malan re êzingan hazir dikin ku dema werin bistînin bila êzingên me amade bin. Li cem me heta qasî bûdçeya 250 kîlo, nîv ton, tonek û 4 tonan êzing heye. Par tona êzinga ziwa 3 hezar û 500 lîre bû û îsal 5 hezar lîre ye. Li gorî Enflasyonê fîyeta wî normal zêde bûye. Yên ku têne êzingan distînin welatîyên me yên feqîr in. Tewsîya me ya ji welatîyên me re ev e ku heta zivistan nehatîye bila êzingên xwe bistînin. Çîmkî di meha zivistanê de hem êzingên ziwa  namînin hem jî dibe ku fîyet zêde bibin.”

“Zêdebûna erdgazê karê me bi xerabî tesîrdar kirîye”

İsa Durmaz destnîşan kir ku ew 27 sal e karê êzingvanîyê dike û di meha firotina êzingan de ne weha axivî:

“Welatî hem ji ber zêdebûna fîyetan hem jî temîn nekirina êzingên ziwa ji niha ve lazimatîyên xwe distînin. Darên me piranî ji herêma Bêdlîsê tê cem me. Em jî wan bi xîzaran jê dikin û dikin parçe dûre ji malên mişterîyên xwe yên ku dixwazin re dişînin. Ji ber zêdebûna erdgazê karê me weka berê nîne. Ji ber vê yekê gelek dikan hatin girtin. Însanên me yên ku feqîr in û nikarin erdgazê bişxulînin têne êzingan distînin. Ji ber ku komir li gorî dowîzê tê standin û firotan, ew jî baha ye em komirê nafiroşin. Ji xwe xelkê me jî ji ber vêya nikare bistîne. Em ji xelkê xwe re tewsîye dikin ku ji ber zivistanê êzingên ziwa pir tinene bila ji niha ve bistînin.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir