• DOLAR 34.11
  • EURO 38.071
  • ALTIN 2833.8
  • ...
Kanada, îzna lîsansa firotina 30 çekan a ji rejîma îşxalker re rawestand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Melanie Joly, derheqê meseleya destekdayîna leşkerî ya ji rejîma îşxalker re ku li Xezzeyê qetlîam dike de nirxandinan kir.

Joly, destnîşan kir ku ew ji bo firotna çekan 30 îznan rawestandine û cebilxaneya ku ji teref Kanadayê ve tê çêkirin jî bi şîrketekî Emrîqayê ji rejîma îşxalker re dihat firotan û ew peyman hat betalkirin.

Joly, îfade kir ku di demeke dirêj e ku firotina çekên Kanadayê a li ser welatekî dinê ji rejîma îşxalker re meseleyeke nerazîbûnê bû, wê îfade kir ku firotina çekan a li ser şîrketa General Dynamics a Emrîqayê “qethîyen qedexe ye”

Joly, weha got, “Emê bi tu şeklî ji Xezzeyê re çek an jî cebilxaneyan neşînin. Nuqte.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir