Li Şerîaya Rojavayê êrîş hat kirin: 5 şehîd
Rejîma îşxalker a sîyonîst li dijî bajara Tûbasa bakurê Şerîaya Rojavaya îşxalkirî herêmekî bombe kir, di encamê de 5 Fîlîstînî şehîd bûn.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Fîlîstînê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku ekîbên bakur, di êrîşa ku li nêzê Camîya Tewhîdê ya li Tubasê ceseda 5 kesên ku şehîd bûne di bin kavilan de derxistin.
Tê destnîşankirin ku rejîma îşxalker li Nexweşxaneya Dewlet a Tubasê dorpêç kirîye û hemû rêyên ku diçin li wê derê girtine. (ÎLKHA)