• DOLAR 34.104
  • EURO 38.069
  • ALTIN 2835.876
  • ...
Di herba Rûsya-Ûkraynayê de 11 hezar û 700 sîvîl mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkara Sekreterê Giştî ya Mesulê ji Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî Joyce Msuya, destnîşan kir herba li Ûkraynayê roj bi roj ber bi xerabûnîyê ve diçe û ji bo sîvîlan jî endîşe tê kirin.

Msuya, got ku li Ûkraynayê 10 milyon însan ji cîhê xwe bûne û êrîş jî berfireh bûye. Msuya anît ziman ku li herêma Kurska Ûkraynayê di encama operasyonên leşkerî de 130 hezar mirov ji cîhê bûne. Hat destnîşankirin ku li vê derê jî li dijî sîvîlan û binesazîya sîvîl  êrîş hatîye lidarxistin û ew weha got, “Hemû alîyan, mecbur in ku sîvîl û ûnsurên sîvîlan li gorî hiqûqa însanî ya navneteweyî biparêzin.”

Hat destnîşankirin ku li gorî hiqûqa însanî operasyonên leşkerî alîkarîyên însanî û xebatkaran kirîye bin talûkeyê.

Hat diyarkirin ku îsal ji Ûkraynayê re 1,4 milyar dolar alîkarî hatîye kirin û ev alîkarî kêm maye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir