• DOLAR 33.997
  • EURO 38.048
  • ALTIN 2828.84
  • ...
Şikdarê ku laşê Narîn veşêr dabû hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Dîyarbekirê ve derheqê Narîn Gurana ku di 21ê Tebaxê de li gundê Tawşanliya navçeya Rezan a Dîyarbekirê winda bûbû û di 8ê Îlonê de hatibû dîtin de hatibû destpêkirin berdewam dike.

Îfadeya dozgerîyê ya Nevzat B. ku îtraf kiribû ew Narîn Guran kirîye nav newalê temam bû.

Dozgerî, Nevzat B. ku piştî 5 seatan îfadeya wî hat girtin ji ber sûca, “Di beşdarbûna li hember zarokê de kuştina bi qestî” ji ber daxwazîya girtinê ji Hakimtîya Ceza ya Silhê re sewq kir.

Nevzat B. di dadgeha ku hatibû sewqkirin de hat girtin

Cenazeya Narîn Guran li gundê xwe hatibû definkirin.

Salîm Guran ku apê Narînê ye, di 2yê Îlonê de ji teref dadgeha ku hatibû derxistin de hatibû girtin.

Wezîr Tunç derheqê meseleyê de daxuyanî da

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, diyar kir ku Nevzat B. ku di çarçoveya tehqîqata mirina Narîn Guran de hatibû binçavkirin hat girtin.

Tunç li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî weha got, “Şikdar Nevzat B. ku di çarçoveya tehqîqata Serdozgerîya Komarîya Dîyarbekirê de a li ser mirina qîza me Narîna 8 salî hatibû binçavkirin û ew ji teref Hakimtîya Cezaya Silh a Nobedar ve hatîye girtin. Muameleyên şikdarên dinê yên ku hatine binçavkirin hêj berdewam dike. Tehqîqat bi tîtîzî tê berdewamkirin. Kî di mirina qîza me ya Narîn de mesul be ew ê bê derxistin û cezaya ku heq dike jî bigre.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir