Li Vîetnamê ji ber bagerê hejmarê mirîyan derket 127an
Hat diyarkirin ku li Vîetnamê ji ber bagerê hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 127 kesan.
Hat îfadekirin ku leza bagerê di seatê de 149 kîlometrebûye û bûye sedema lehîyê jî.
Li gorî diyarîyan herî kêm 54 kes winda bûne û 752 kes jî birîndar bûne.
Rayedaran ji bo 401 nuqteyên li 18 wîlayetê bakur hişyarîya lehî û hezazê dan.
Di encama lehîyan de nêzê 120 hektar hilberîn tune bûn, herî kêm 734 heywan jî telef bûn. (ÎLKHA)