• DOLAR 34.072
  • EURO 38.101
  • ALTIN 2834.185
  • ...
Îşxalkeran ev bû 340 roj e li Xezzeyê qirkirinê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 340emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 3 qetlîamên 24 saetên dawîn de 32 kes şehîd kirin û 100 kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 41 hezar û 20an û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 925an.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma dagirker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir