Yemenê ÎHAya M9 ya Emrîqayê xist xwarê
Berdevkê Hêzên Çekdar yê Yemenê Tûxgeneral Yehya Serî, destnîşan kir ku parastina hewayê ya Hêzên Çekdar yê Yemenê, ÎHAyeke ji tîpa M9 a Emrîqayê ku li sehaya hewa ya Walîtîya Sa’adeyê gerên sîxurtîyê dikir xist xwarê.
Serî, diyar kir ku ji destpêka operasyona Tofana Eqsayê vir ve ev bû ÎHAya 9emîn a Emrîqayê ye ku tê xistin û îmhekirin.
Serî weha got, “Hêzên Çekdar yê Yemenê, operasyona micahîd Mahîr El-Gazî pîroz dike. Hêzên Çekdar yê Yemenê, bang li welatên Erep û Îslamî dike ku bila li hember qirkirina Emrîqa û Îngilistana ku li dijî xelkê Fîlîstînê bikartîne wezîfeyên xwe yên dînî, exlaqî û însanî bicîh bînin. Hêzên Çekdar yê Yemenê radighîne ku ew ê heta ku dorpêça li derdorê xelkê Fîlîstînê heye neyê rakirin ew ê operasyonên leşkerî berdewam bikin.” (ÎLKHA)