Li Mereşê wesayît û qamyon li hev qelibîn: 2 mirî
Li navçeya Goksuna Mereşê qamyon û wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Qeza, li Derbasîya Pûrena ser rêya Mereş-Goksunê pêk hat.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Cenazeyan, piştî lêkolîna dozger ji merga Nexweşxaneya Dewlet a Goksunê re hatin rakirin. (ÎLKHA)