Li Emrîqayê êrîşa çekdarî: 7 birîndar
Li wîlayeta Kentuckyya Emrîqayê li nêzê rêya mezin a bakur bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Ji teref rayedaran ve hat îfadekirin ku çend birîndar ji ber ku bi wesayîtan li wan xistine birîndar bûne.
Ofîsa Şerîfê Laurel County jî destnîşan kir ku rê hatîye girtin.
Hat destnîşankirin ku mirovên şikdar hêj nehatine qefaltin. (ÎLKHA)