Nasnameya şehîdê ku li sînora Urdunê operasyonê li dar xistibû eşkere bû
Hat diyarkirin mirovê ku li nuqteya Karamaya ku derîyê sînor a di navbera Şerîaya Rojava û Urdunê de ye 3 îşxalkeran kuştibû Mahîr El Cazîyê Urdunî ye.
“sazîya weşan a îsraîlê”, diyar kir ku li gorî xeberên artêşa îşxalê faîlê çalakîya li Derîyê Sînora Karamayê şehîd Mahîr Zîyab Huseyîn el Cazî ye.
Sazî destnîşan kir ku şehîd 39 salî welatîyê Urdunê û ji bajaroka Azraha Petrayê bûye.
Hesabên Urdunê yê platforma medyaya civakî, diyar kirin ku şehîd ji eşîra “Meşhur El Cezîyê” bûye.
Komên Fîlîstînî jî di daxuyanîyên xwe de çalakîyê pîroz kirin û îfade kirin ku ev operasyon ji sûcên îşxalê re bersivekî bûye. (ÎLKHA)