• DOLAR 34.085
  • EURO 38.093
  • ALTIN 2834.706
  • ...
Di lêpirsîna Narîn Guran de derheqê 21 kesan de qerara binçav kirinê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tunç li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê da Alîkarê Serokê Giştî û 3 Serdozgerên din hatin wezîfedarkirin.

Wezîr Tunç di daxuyaniyê de wiha got, “Derheqê berpirsiyarên kuştina keça me ya Narîn Gûran a ku li Taxa Tavşantepeya navçeya Baglara Diyarbekirê cesedê wê hat dîtin de lêpirsîn bi pir aliyan dewam dike. Ji bo ronîkirina bûyera bi êş ku me hemûyan xemgîn kir, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de 1 Alîkarê Serokê Giştî û 3 Serdozgerên din hatin wezîfedarkirin. Pêvajoya otopsiya keça me ya nazik dewam dike. Di vê serdema lêpirsînê de ji bo 21 şikdaran biryara binçavkirinê hat dayîn. Careke din ji zarokê me yê nazik rehma Xwedê dixwazim.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir