Li ber sînora Urdunê çalakî: 3 îşxalker hatin kuştin
Di çalakîya çekdar a ku li nêzî Derîyê Sînor a Karama ya di navbera Urdum û Filistînê de hat kirin de 3 îşxalker hatin kuştin.
Rojnameya Israel Hayoma ku medyaya Îbranî ye kuştina 3 îşxalkeran bi xebera ku belav kir teyîd kir.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesê ku çalakîyê li dar xistiye şofêrê TIRê ye û bi çeka xwe ya ku di nav TIRê de veşartibû çalakîya xwe li dar xistiye.
Hat hînbûn kesê ku çalakîyê li dar xist hat şehîdkirin.(ÎLKHA)